Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye ji Videoya Kanala Almanî NDR Nerazî Ye


Erdogan Video grab

Tirkiye bi şêweke fermî nerazîbûna xwe li hember Almaniya daye xuyakirin bi sedema weşandina Videoyekê ji aliyê mediya Almanî de ku, henekên xwe bi serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dike.

Tirkiyê Martin Erdmann, balyozê Almaniya li Tirkiyê bang kiriye û ji wî re hatiye gotin ku, divê almaniya videoyên henekan bi serokomarê wan dike nede weşandin.

Ajansa Associated Press(AP) radigehîne ku, berpirsekê wezareta derve ya Tirkiyê, ev yek bi şêweke fermî gihandiye balyoz Martin Erdmann, herweha rojname û Kovarên Berbilav yên weke (Der Spiegel) cih daye vê mijarê.

Kenalê NDRê, stiraneke henekar li ser Erdogan di bernama Extra 3 de li roja 17 Adarê weşandiy, di stirana henekî de, ev peyiv hertim tên dubarekirin "Erdowi, Erdowo, Erdogan".

Di Videoyê de rexna Erdogan liser girtina rojnamevanan, reşandina ava şîdet û bombekirina herêmên Kurdan tên rexnekirin.

Erdogan bi neqebulkirina rexenyan hatiye naskirin, ji dema ku bûye serokomar heya niha 1800 dosyayên yasayî li dij kesan vekirine, hemû ji dikevin çarçeva dosyayên ku henek bi Erdogan hatine kirin de ne.

XS
SM
MD
LG