Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Îsraîl Dê Hesaba Kiryarên li Mizgefta Aqsa Bide


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro got ku Îsraîl dê jiber danana tedbîrên nû yên li derîyê mizgefta El Aqsa ya li Orşelîmê, bedeleke mezin bide.

“Îsraîl ku rêz li mizgefta Aqsa û Qubet-us-Sahra nagire, wê bibîne ku zararê herî mezin wê bigiheje wê" Erdogan got.

Erdogan da zanîn ku wî îro bi telefonê ligel Serokê Îsraîlî Reuven Rivlin peyîvîye û ji wî re gotîye ku nabe Misilmanên ku diçin El Aqsa wek terorîst bêne dîtin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Îsraîlê detektorên metal danabû dergehên El Aqsa, piştî ku 2 polîsên li wê derê, di êrîşeke çekdarî de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG