Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje ku Wan Hevjîna Bexdadî Desteser Kiriye


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê ragihand ku wan hevjîna rêberê berê yê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî desteser kiriye.

"Me hevjîn û xwîşka Bexdadî desteser kirin, lê me mîna Amerîkîyan reklam nekirin. Amerîkî jibo operasyona xwe ya di dawîya Cotmehê de, bi kempeyneke pir mezin gelek pesna xwe dan, lê em wiha nakin.”

Erdogan di axaftina televîzyonî hûrgilî neda ku jina Bexdadî çawa hatiye girtin.

Tirkîyê do Sêşemê ragihandibû ku xwîşka Bexdadî, Resmîye Awad li Ezaz a bakurê Sûrîyê, tevî pênc zarokên xwe hatiye girtin.

Serokê Amerîka Donald Trump di 27’ê Cotmehê de dîyar kiribû ku Bexdadî di encama operasyonekê de hatiye kuştin

XS
SM
MD
LG