Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Red Kir ku bi Bolton re Hevdîtinê Bike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê red kir ku bi Şîretvanê Ewlekarîya Netewî ya Amerîka John Bolton re hevdîtinekê bike.

Erdogan, jiber daxuyanîyên Bolton yên derbarê parastina Kurdên Sûrîyê, ew biryar da û Bolton tawanbar kir ku planên Trump yê vekişîna ji Sûrîyê tevlihev dike.

“Em nikarin mesajên Bolton ku ji Îsraîlê dabûn, qebûl bikin. Wî û kesên ku wekî wî difikrin çewtîyeke mezin kir. Em ji gptinên xwe paş de gav navêjin,” Erdogan got.

Karbidestên Tirk ragihand ku Bolton, bê ku Erdogan bibîne ji Tirkîyê çû û xeletîya wî ya mezin bû ku bo hevdîtinan merc danabû pêşîya Erdogan.

Bolton roja Yekşemê gotibû ku yek ji şertên wan ya derketina ji Sûrîyê, parastina Kurdan e ku di şerê dijî DAIŞ’ê de hevalbendên Amerîka ne.

XS
SM
MD
LG