Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Hewilên Aştî li Sûrîyê bi Beşar Esad Ne Pêkan E


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku hewilên aştî li Sûrîyê bi hebûna Serokê Sûrîyê Beşar Esad ne pêkan e.

Demeke zûtir ya vê mehê, Tirkîyê û Rûsya giheştin rêketinekê ku li herêma Îdlibê herêmeke ewle ya bê leşker ava bikin û çekdarên tundrê ji wê derê derxînin.

Lê, Erdogan ragihand ku derxistina "komên radîkal" ji niha ve destpê kiriye.

“Ew herêma Sûrîyê wê ji çekan azad be ku ew hevîya gelê Îdlîbê ye û wan xêrhatina wê gave kirin. Ew hêrema bêçek bi alîyê hezên Tirkîye û Rûsya ve were kontrol kirin.”

Nêzîkî 3 mîlyon kes li Îdlibê dijîn û nêzî nîvê wan kesan jiber şer ji heremên din yên Sûrîyê koçberî wê derê bûne.

Erdogan li ser peywendîyên bi Îranê re jî got ku Tirkîyê ligel Îranê peymaneke dirêjdemî girêdaye. Wî tevî gefên Trump ya cezakirina welatên ku bazirganî bi Îranê dikin, got ku ewê bi berdewamî gaza xwezayî ji Îranê bikirin.

“Divê em rastbîn bin… Divê ez bihêlim ku gel di vê sermayê zivistanê de bicemide?... Bila ti kes li qisurê nenêrê lê ger ez gaza xwezayî ji Îranê nekirin, ezê çawa malên gelê xwe germ bikim?”

XS
SM
MD
LG