Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dema li firoşgeheke nû yê metiryalên xwarinê di geriya bi hêviya ku dê "Bihabûna zêde" kontrol bike hêviyên xwe anîn ziman, lê hewildanên ku ne asayîne jibo şerê li hember bihabûna zêde li Tirkiyê serkeftin bidest nexistiye û bandor li kiryar û firoşyaran kirîye.
Erdogan tevî xanima û keça xwe dema li destpêka vê mehê li firoşgayekî nêzîkî mala wan bû li Stenbul digeriyan, wî demî soz dabû kesên li wêderê û kenalên mediyayê ku ewê alîkariya krêdî ya komelgehên çandinê bike û da ku rê li hember bihabûnê bigir e.
Welatî ji înfîlasyonê bê hêvî bûne ku rêjeya wê gihaye 20% , Erdogan berî hilbijartinên 2023ê ferman daye ku zincîreke firoşgehan ya pêkhatî ji 1000 firoşgehan veke jibo berhev kirina metiryalên erzan û guncayî û ragirtina "belansa li bazarî", her wiha hikûmet firoşyarên biçûk li hember bilind kirina buhayê metiryalan tawanbar dibîne.
Lê gelek ji welatiyên Tirk li firoşgehên Stenbulê rastî rewşa bihabûna madên jiyana rojane hatine derbarê çareseriyê bi gomanin, karsazê bi navê Ozgur, yê 45 salî piştî ku şerbeta fêkî ji bazar kirî got "Ev tenê jibo xwe nîşandanê ye, da ku bêjin çarserî heye, lê ev tenê dereweke, li bihyan binêre.." Ozgur ev yek got dema ji firoşga derket.
Herwiha bikirek din yê bi navê Gultekin Bora yê 64 salî dema li navenda Stenbulê li taxa Şîşlî ji firoşga derdiket, ew jî, ji kêmkirina bihayan bêbawer bûye û bersivdana hikûmetê ya çareseriya rewşa aborî rexne kir û got "Wan zincîrek xeletiyan kirîye, bilindbûna asta jiyanê û infilasyona ku pêkhatî tagirtina aboiryê nîşan dide." Bora yê ku karmendekê sektora xizmetkariya giştî ye ev yek got.
Meha Îlonê rêjeya înfilasyonê li Tirkiyê gihabû 19.6%ê, di du sal û nîvan de rêjeya infîlasyonê giha 29%, niha dîsan çareserî rastî pirsgirêka daketina lîreya Tirkiyê hatiye û evê jibo dana diravî ya anîna sotemeniyê ji derve bo nava Tirkiyê bibe astengiyek din.
Hefteya borî Erdogan gotbû, Enqere "oportunîstan" dişopîne yên ku rewşê bikar tînin da ku bihayan ji bo berjewendiya xwe zêde bikin.