Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tunus Dikare Alîkarîyên Girîng jibo Pêkanîna Îstîqrara Lîbyayê Bike


Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan serdana Tunusê kir û li wir bi Serokomarê Tunusê Kasy Saîd re civînek çêkir.

Erdogan got "Ez di wê baweriyê da me ku Tunus dikare alîkariyên girîng û erênî bike jibo pêkanîna îstîkrara Lîbyayê."

Di serdana surprîz ya Erdogan de, Wêzîrê Derve , Wezîrê Berevanîyê, Serokê îstîxbaratê, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê jî cî girtin.

Piştî civînê herdû serokomar preskonferansek lidarxistin. Erdogan daxuyakirin di civînê de, li ser mijara agirbestek li Lîbyayê herwiha vegera prosa sîyasî dikarin hevkarîyek çawa bikin, giftûgo kirine.

"Di serî de Tûnûs, hemî welatên cînar yên Lîbyayê ji geşedenanên neyênî yên li Lîbyayê bêhizûr in. Tunus dikare alîkarîyên girîng û erênî bike jibo pêkanîna îstîqrara Lîbyayê" got Serokomar Erdogan.

Hêjayî gotinê ye serdana Tûnûsê di bernama fermî ya serokomarîyê de nehtibû destnîşankirin. Çaverêye ku rêkeftinên wekî rêkeftina bi Lîbayayê re îmze kiribû were rojevê.

Tirkiye bi Lîbayayê re di 27ê Cotmehê de li ser ewlehî û hevkarîya leşkerî, Rêkeftinê Desthilatiya Sînora Behra Sipî îmze kiribû. Bi vê rêkeftinê Tirkiye li Behra Sipî, li ser xetên çavkaniyên enerjiyê û rêyên îkmalê, li ser bingehek hiqûqî serkeftineke sîyasî bidest dixe. Yûnanîstan û Misir li dijî rêkeftinê derdikevin.

XS
SM
MD
LG