Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje ku Qedexeya Derketina Kolanan Wê Bidome


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê got ku Tirkîye wê di dawîya hefteya were de dîsa derketina kolanan qedexe bike.

Erdogan piştî civîna kabîneyê got ku ew biryar di çarçoveya pêşîgirtinên belavbûna vîrusa korona de yên girtin.

Qedexeya 48 saetî ku şeva din bi dawî bibû, hemî bajarên mezin û navenda bazirganîyê Stenbol ku 16 mîlyon runiştvan lê hene dabû nav xwe.

XS
SM
MD
LG