Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

47 Leşkerên Tirk jiber Hewila Kuştina Erdogan Tên Darizandin


Alîgirên Erdogan li pêş dadgehê
Alîgirên Erdogan li pêş dadgehê

Rûniştina dadgehê ya 47 leşkerên ku jiber hewila kuştinkarîya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ve girtî ne, do Duşemê li Mugla destpê kir.

Reuters'ê ragihand ku dozger jibo leşkeran cezaya zîndanê ya bi dirêjîya jînê dixwaze ku ew jiber sûcên binpêkirina qanûna bingehîn, endambûna rêxistina terorî û hewila kuştinkarîyê ve tên darizandin.

Yek ji gumanbaran, generalê berê Gokhan Sonmezateş, ku wek rêberê tîma kuştinê tê dîtin, dîyar kir ku wazîfeya wî girtina Erdogan bû, lê wî îdîayên hewila kuştinê red kirin.

''Ev jibo welatê min bû, li dijî cilkbûnê û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) parastina welatê min bû,'' Sonmezateş got.

Hikûmeta Tirkîye îdîa dike ku tilîya Fetullah Gulen, ku niha li Amerîka dijî, di hewila darbeyê de heye. Sonmezateş bi berdewamî da zanîn ku ti eleqeya wî ya bi Gulen re tune.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Tirkîyê hewila darbeyê di 15'ê Tîrmehê de pêk hat; ji wê çaxê vir ve 40 hezar kes hatine girtin û 100 hezar jî ji kar hatine derxistin.

XS
SM
MD
LG