Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Serokê Fransa Emmanuel Macron Bi Tundî Rexne Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê daxuyanîyên serokê Fransa Emmanuel Macron yên derbarê Îslamê bi tundî rexne kir û got ku gotinên wî provakasyoneke zelal e û bêrezîya Fransî ya dijî Îslamê nîşan dide.

"Wek serokê Fransa, axaftina ser rewşa Îslamê derbazkirina sînoran e û bêrezî ye. Tu kî yî ku hevokeke mîna rewş û pirsgirêkên a Îslamê bi kar tînî?" Erdogan got.

Erdogan û Macron meha borî di hevdîtineke bi rêya telefonê de, alozîyên li rojhilata Derya Sipî, derbarê nakokî û têkilîyên dualî nîqaş kiribûn.

Du serok herwiha li hev kiribûn ku têkiliyan baştir bikin û rêkên danûstandinê vekirî bihêlin.

Lê, Erdogan îro dîyar kir ku Macron bi şîroveyên xwe peymana wan paşguh kir. Wî bi berdewamî got ku destnîşankirina Misilmanên li Fransa wekî cûdaxwaz dê bibe sedema pevçûnên mezin.

"Çawa ku me berî 10 rojan li hev kir ku têkilî û diyaloga xwe baştir bikin, binêrin wî çiqas zû ev ji bîr kir û daxuyanîyeke wiha da. Ev jî nîşan dide ku ew hêjayî rêzdarî ye," Erdogan got.

Wî li Enqereyê di bûyereke pîrozkirina mizgeft û xebatkarên olî de ragihand ku daxuyanîya 'Îslam di krîzê de ye' ku Macron bi kar anî provakasyoneke zelal e.

Macron di serdana taxa Les Mureaux ya xizan ya li bakurê Parîsê gotibû ku helwesta cûdabîr ya Îslamî tehdît dike ku hinek civakên Misilman yên li Fransayê bixe bin kontrola xwe.

Wî got ewê pêşnîyareke qanûnê bişînin parlamanê ku fêrkirina ji malê û sînordar dike û piştgirî dide hînkirina zimanê Erebî.

Hejayê balkkişandinê ye ku Tirkîyê û Fransa di NATO'yê de hevalbend in, lê ser gelek mijaran wek şerê li Sûrîye û Lîbyayê û lêgerîna hîdrokarbonê li rojhilata Deryaya Sipî dijî hev in.

XS
SM
MD
LG