Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Bal Dikşîne Ser Azadîya Ramanê


Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Sêşemê li ser azadîya ramanê peyîvî, di vê demê de ku Berlîn bi sedema biçûkxistina serokomar Recep Tayyîp Erdogan, daxwaza Tirkîyê darizandina programçêkerê Almanî dinirxînê.

Merkel got ku hikûmeta wê ew bûyer, peymana Yekîtîya Ewrupa ya ser penaberan jî nav de, ji kêşeyên din yên sîyasî, cuda dinirxîne.

Wê bal kişand ku qanûna bingehîn ya Almanya “azadîya raman, akademî hunerê” garantî dike û ew nirx divê li dervayê çerçoveya kêşeyên sîyasî bêne nirxandin.

Hêjayî bîrxistinê ye, hikûmeta Tirkîyê bi fermî komedyenê Alman Jan Boehmermann protesto kiribû û daxwaza darizandina wî kiribû, bi sedema ku wî di helbesta xwe de Erdogan biçûk kiribû.

XS
SM
MD
LG