Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ger NATO, YPG'ê Wek Rêxistineke Terorê Nepejirîne Emê Dijî Plana Baltikê Bin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan xwest ku hevalbandên wan yên NATO, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek ‘’rêxistineke terorê’’ bibînin.

Erdogan da zanîn ku ger hevalbendên wan YPG’ê wek ‘’rêxistineke terorê’’ nepejirînin ewê dijberîya bo Plana Baltikê bidomînin.

‘’NATO divê xwe nû bike, helwesta me ya ser YPG’ê dê neguhere’’ Erdogan got.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku ew yek ji şirîkên NATO ne û ew ‘’di têkoşîna dijî terorê de bê erê û na’’ piştgirîyê dixwazin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper gotibû ku ewê YPG’ê wek ‘’rêxistineke terorê’’ qebûl nekin.

Esper dabû zanîn ku divê Tirkîye rê li ber Plana Baltikê negire.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG