Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin Dibêje Putin û Erdogan Wê Hefteya Bicivin


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan (Arşîv)
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan (Arşîv)

Kremlînê îro Înê ragihand ku dibe ku serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Tirk Tayyîp Erdogan hefteya pêş li Ozbekistanê bicivin û pêkanîna peymana ser derxistina danûdexil yên Ukrayna gotûbêj bikin.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku li bende ye hevdîtina Putin û Erdogan li bajarê Samerqand ya Ozbekistinê pêk were, di dema Hilcivîna Rêxistina Hevkarîya Şangay ya hefteya pêş de.

Peskov hevdem anî ziman ku hevdîtina Putin û Erdogan pêkan û pêdivî ye.

Putin roja Çarşemê gotibû ku Rûsya û cîhana pêşketî di peymana ser derxistina danûdexil de hatine xapandin.

Putin dabû zanîn ku berîya ku peyman were dirêj kirin, wê daxwaza guhertina hin xalên peymanê bikin ku dema wê ku di Mijdarê de diqede.

Peskov jî îro îdiayên Putin dubare kir ku peyman bo welatên herî xizan neheqîye jiber ku piranîya danûdexil ji Ewrupa û welatên din yên dewlemend re têne şandin.

"Xalên peymanê tênê bi cîh kirin, lê awayê bicîhkirina wan ti sûdeke taybet nade welatên xizan."

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Çarşemê got ku ji sedî 30 ji danûdexil û heriwha berhemên xwarin yên ku ji benderên Ukrayna derketine, hatine şandinê welatên bi dahata kêm û navîn.

Lê, NY herwiha balkişand ku peymana danûdexil peymaneke bazirganîye, ne mirovahî ye; ku ji hêla bazarê ve tê revebirin.

Peskov hevdem destnîşan kir ku divê di çarçoveya peymanê de gavên din werin avêtin da ku Rûsya bikaribe derfirotina berhemên xwe yên çandinîyê bike.

Welatên Rojava ser berhemên çandinîyê -xwarin û gubre - yên Rûsî tole ranegihandine.

Lê, Moskow dibêje ku toleyên lojîstîkî û sînordarkirinên ser keştîyên Rûsî yên ku dikevin benderên Rojavayî yan jî peydakirina bîmeyê ya bo wan, gihandina Rûsya bo bazarên cîhanê asteng dike.

Moskow dibêje sivikkirina van tole û sînordarkirinana beşek serekî ya peymana derxistina danûdexil ya ji Derya Reş bû.

"Ev kêşe nehatiye çareser kirin. Ewê ev yek bibe mijara axaftineke taybet," Peskov got.

Rûsya û Ukrayna 22’yê Tîrmehê de, bo derxistina dexil ji benderên Derya Reş ya Ukrayna û sivikkirina krîza xwarinê ya navneteweyî, bi navbeynkarîya Tirkîyê û NY’ê peymaneke îmza kirbûn.

XS
SM
MD
LG