Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê bi rêya telefonê bi serokê Rûsya Vladimir Putin re hevdîtineke pêk anî.
Ofîsa seroktîya Tirkîyê ragihand ku Erdogan ser başkirina peywendîyên dualî axifîne.
"Erdogan ji Putin re daxwaza Enqerê ya bo rola çareserîya aştiyane ya şerê li Ukrayna dubare kir. Her du serok rûdanên herî dawî yên li Ukrayna jî gotûbêj kiri," ofîsê bi berdewamî got.
Tirkîye, ku endama NATO ye, bi rexnekirina êrîşa Rûsya û şandina dronan ji Ukrayna re hewil dide ku di navbera Moskow û Kievê de hevsengîyê çêke.
Tirkîye hevdem dijî toleyên Rojavayî yên ser Moskowê ye û di warê enerjî, bazirganî, turîzm û kirîn, firotinê de her du welat hevkarîyê didomînin.
Lê, Enqere û Moskow li ser rewşa li Sûriye, Lîbya û Azerbeycanê lihev nakin.
Tirkîye, bi Neteweyên Yekbûyî re navbeynkarîya peymana Tîrmehê kiribû ku rê li ber derxistina dan û dexilê Ukraynî ji benderên wê yên Derya Reş vekiribû.