Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ewê Operasyonên Dijî Sîyasetvanên Kurd Zêde Bike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê dîyar kir ku hikûmeta wî dê kiryarên xwe yên dijî sîyasetvanên Kurd zêde bike.

Erdogan di Kongre Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar ya xwe ya bajarê Colemêrgê (Hakkarî ) de axifî.

"Emê îro û sibê, li heremên ku hilberîn tê rawestandin, diravê ku ji alîyê dewletê ve tê dayîn ji Qendîlê re tê şandin, xizmet nayê kirin,

erkdarkirina qayûman bidomînin," Erdogan got.

Erdogan bi van gotinan ji kar dûrxistina şaredarên Kurd yên hilbijartî ji nêzî 100 şaredarîyan li başûrê rojhilata Tirkîyê bi tawanbarîya piştgirîya Partîya Karkerên Kurdistan (PKK)'ê, bi bîr xist.

Bajarê Colemêrg li başûrê rojhilatê Tirkîyê cîh digire û hev şaredarên bajar ji hêla hikûmetê ve ji kar hatibû dûr xistin û hevdem karbidesteke dewleta Tirk (qayûm) di şûna wan de hatibû erkdar kirin.

Hikûmeta Erdoagan piştî operasyona rizgarkirinê ya ku bû sedema mirina 13 kesên dilgirtî , hemberî sîyasetvanên Kurd peleke nû ya desteserkirin û girtinan kiribû.

Hikûmeta Tirk dibêje ku 13 Tirkên dîl kuştîne. êsîr ji alîyê PKK ve hatîne kuştin.

Erdogan fermana berfirehkirina dorpêç û operasyonên ser rexistina PKK da.

PKK, nezî çel salan e li başûrê rojhilata Tirkîyê jibo xweserîyê (otonomî) şer dike û ji alîyê Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) ve wek rêxistinek terorîst tê destnîşan kirin.

Hevdem, hikûmeta Erdogan hemberî parlamenterên Kurd bi îdaya çalakiyên cudakar yên dij qanûnî kirine, dozan vedike.

Hevalbendên neteweperwer yên Erdogan daxwaz dikin ku partîya sereke ya Kurdan ya Tirkîyê bi tevahî were girtin.

Ev daxwaza, di nav komên mafên mirovan de fîkaran bilind dike, jiber ku dê demokrasiyê hilweşîne û alozîyên navxweyî zêde bike.

Axaftina Erdogan piştî çend demjimêrên ku karbidestên ewlehîya Tirk, jibo operasyoneke dijî mîlîtanên gumanbar yên PKK'ê, li heremên nêzê bajarê Mêrdînê qedexeya derketina derve ragihand, pêk hat.

Hikûmeta Tirk piştî kuştina êsîran, rexneyên xwe yên ser çekdarkirina hezên Kurd yên li Sûrîyê ji hêla Washingtonê ve, dubare kir.

Hezên Kurd yên li Sûrîyê di hevalbendîya navneteweyî ya şerê dijî DAIŞ'ê ya bi rêberîya Amerîka de hezeke sereke ya girîng e.

Ew piştgirîya pirsgirêkên di navbera Tirkîyê û Amerîka yên di derbarê gelek mijarên sîyaseta derve alozdar kir.

Kirîna sîstema berevanîya esmanî ya mûşekên Rûsî ya ji alîyê Erdogan kêşeyeke sereke û girîng ya di navbera her du welatan de ye .








XS
SM
MD
LG