Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Em bo Sûrîyê li Ber Pêngaveke Nû Ne


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku wan hazirîyên xwe yên bo Sûrîyê temam kirine.

Erdogan da zanîn ku ew dê li Sûrîyê herêmên ewle ava bikin.

‘’Em niha li ber pêngaveke nû ne. Înşalah emê herêmên ewle ava bikin. Me planên xwe yên bo operasyonê dîyar kirin’’ Erdogan got.

Karbidestên Tirk ew demek e dîyar dikin ku jiber Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, li sînorên Tirkîyê metirsîyên ewlekarîyê çêbûne û dijî bakurê Sûrîyê gefên operasyonê dixwin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokê Sûrîyê Beşar Esad roja Yekşemê gotibû ku ‘’tenê Artêşa Sûrîyê dikare komên li bakurê Sûrîyê biparêze’’

XS
SM
MD
LG