Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Tirkîyê Wê Xeta Ewlehîyê ya Ser Sînorê Sûrîyê Temam Bike



Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemîyê dîyar kir ku xeta ewlehîyê ya 30 bi kîlometreyan ser sînorên xwe yên başûr ava dikin, wê temam bikin.

Erdogan anî ziman ku “bila kes nekeve nav xeyalên derewîn an jî xelet hesab neke” û wiha got:

“Êrîşên rêxistina terorê û yên bendê wê di destên xwe de digrin, dijî hêzên me yên ewlehîyê û sivîlên bêguneh wê ti carî me ji biryardarîyê dûr nexe.“

Recep Tayyîp Erdogan di merasîma vekirina komî ya projeyên li Rihayê de got ku jiber ‘yên’ ku derveyî sînorên wan xwedî û mezin kirine, rêxistina terorê êrîşî Tirkîye dike, beyî binavkirina welatekî yan rexistinekî.

Erdogan bi berdewamî got ku Tirkîye êdî ne ew Tirkîya berê ye ku li destê xwe bixin û nanê wê bigirin, li serê wê bidin ku ser çokan were rawestandin.

Wî ragihand ku îro Tirkîyeke heye ku vîzyona xwe ya siyasî, aborî û leşkerî diyar dike, bi vîyana xwe pêşketinên demokrasî û aborî pêk tîne û li herêmê û cîhanê xwedî gotin e.

Pêla dawî ya operasyonên Tirkîyê di 20ê Mijdare de, piştî peqîna Stenbolê destpê ki, ku 6 kes di wê peqînê de hatibûn kuştin.

Tirkîyê ji wê demê vir ve bi firokên şer û topbaranan êrîş biribûn ser herêmên bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û ew êrîş hîn jî didomon.

Tirkîye jiber êrîşa li Stenbolê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêşengîya HSD’ê dike, tawanbar dike, lê ew ew îdiaya Tirkîyê bi xurtî red dikin û dibêjin ku ti peywendîya wan bi wê êrîşê re tuneye.

Erdogan ragihandibû ku Tirkîye bo ewlehîya sînorên xwe yên başûr di demeke guncaw de wê dest bi operasyoneke bejayî jî bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku tevî Neteweyên Yekbûyî (NY),Yekîtîya Ewrupa(YE), NATO, Amerîka, Almanya û gelek welatên din ser operasyoneke bejayî ya Tirkîyê ya li Sûrîyê fîkar û nerazîbûnên xwe dîyar dikin û banga kêmkirina alozîyê dikin.

XS
SM
MD
LG