Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan û Trump Ser Hilbijartina 24'ê Hezîranê Axifîn


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê bi rêka telefonê axifîn.

Serokomarîya Tirkîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku Serok Trump, Erdogan jiber serkeftina di 24’ê Hezîranê de pîroz kiriye.

Li gor daxuyanîyê, her du rêberan dîyar kir ku ewê di qonaxa nû de, hevkarîya stratejîk bidomînin û peywendîyên dualî xurt bikin.

Serokomarîyê Tirkîyê dîyar kir ku Trump û Erdogan derbarê nexşeya Minbicê jî axifîne û bi hev re gotine ku ewê di têkoşîna dijî terorê de jî hevkarîyê bidomînin.

XS
SM
MD
LG