Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan jiber Kirîna S-400'an Pêşbînîya Toleyan ji Trump Nake


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku wî di axaftina xwe ya ligel Serokê Amerîka Donald Trump de ti nîşane nedîtine ku Amerîka bo kirîna mûşekên S-400 ya Rûsî toleyên nû deyne ser Tirkîyê.

Erdogan, berî ku bo beşdarbûna hilcivîna G20 here Japonya, li Enqerê ji nûçegîhanan re got ku ewê wê mijarê di hilcivînê de careke din bin Trump re gotûbêj bike.

Amerîka bi tundî dijberîya Tirkîyê dike ku ji Rûsya mûşekên S-400 dikire, bi sedema ku ew sîstem jibo firokên F-35 metirsî çêdike.

Rêvebirîya Amerîkî heta 31’ê Tîrmehê dem dabû Tirkîyê ku kirîna mûşekan bisekinîne yan rûbirûyê toleyên nû yên aborî, leşkerî û sîyasî bimîne.

Washington dibêje ku sîstema S-400 bi sîstemên din yên NATO re bi başî kar nake, loma ew dijber in ku hin hevkar û hevalbendên wê sîstema S-400 bikirin.

Tirkîyê îdia dike ku kirîna sîstema S-400 tenê jibo berevanîya wê ye û ti xeterî li ser welatekî din çênake.

XS
SM
MD
LG