Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje di Danûstandinên Ukrayna û Rûsya de Pêşketin Heye


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku di danûstandinên di navbera Ukrayna û Rûsya li ser çar mijaran pêşketin çê dibin, lê di du mijarên din yên serekî de, pirsigirêk hene.

Erdogan şeva duh Pêncşemê piştî vegera xwe ya ji hilcivîna NATO'yê bi rojnamevanan re axifî û got ku Ukrayna amade ye dev ji daxwaza xwe ya beşdarbûna NATO'yê berde.

Wî got ku Ukrayna hevdem amade ye Rûsî mîna zimanê fermî qebûl bike û dikare "hin tawîzan" di derbarê bêçekkirin û "ewlekariya kolektîf" de jî qebûl bike.

Lê, Erdogan ragihand ku Ukrayna di derbarê daxwazên Rûsya de "ewqas ne rehet e"; yên li ser Kirimê, ku Moskowê di 2014a'n de dagir kir û herêma Donbasê ya rojhilat, ya ku Rûsya komên cudaxwaz wek serbixwe nas dike.

Tirkîye, endamê NATO'yê hewl dide peywendîyên xwe yên bi Ukrayna û Rûsya re hevseng bike û xwe weknavbeynkar di navbera her du welatan de de bi cî h bike.

XS
SM
MD
LG