Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Wezîrên Nû Ragihandin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, li parlamentoyê sond xwar û piştî merasîma li Avahîya Serokomarîyê kabîneya nû ragihand.

Wezîrên di kabîneya nû de ji alîyê Erdogan ve hatin dîyar kirin.

Erdogan bo cîgiriya xwe Fuat Oktay, ku berê rawêjkarîya serokwezîrîyê kiriye, erkdar kir.

Erdogan Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu neguherand û bo Wezarata Darayî jî zavayê xwe Berat Albayrak, ku di hikûmetê de berê Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Xwezayî bû, bijart.

Sererkanê Tirkîyê Hulusi Akar jî bo Wezareta Berevanî hat bijartin.

Erdogan da zanîn ku dê cîgirên wezîran, berpirsên buroyên wan û karbidestên din yên payabilind jî di demeke nêz de werin dîyar kirin.

XS
SM
MD
LG