Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerên Tirkîyê Dijî Sîyasetvanê Hollandî Wilders Lêpirsîn Vekir


Sîyasetvanê Hollandî Geert Wilders
Sîyasetvanê Hollandî Geert Wilders

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê ragihand ku dozgerên Tirk îro Sêşemê jiber axaftina rêberê rastgir yê Hollandî Geert Wilders ya dijî Serok Tayyîp Erdogan, dest bi lêpirsîneke kiriye.

Wilders roja Duşemê li ser Twitterê Erdogan wekî terorîst bi nav kir û bang li Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte kir ku balyozê Tirkîyê li Hollanda dersînor bike.

Wî daxwaz kir ku divê Tirkîyê ji rexistina NATO'yê were derxistin.

Ajansê got ku jiber ku Wilders di weşanên li ser Twitter'ê de bi wêne û nivîskî yên êrîş û heqaretê Erdogan kiriye, dozgeran dest bi lêpirsînê kiriye.

Serokê Partîya Azadîyê Wilders yek ji rêberên herî navdar yê rastgirê tundrê yê Ewrupa ye û li Holanda di nîqaşên ser sîyaseta koçberîyê de kesitîyekî serekî ye, lê wî qet di hikûmetê de cîh negirtîye.

Berdevkê AKPê Omer Çelîk hember şîroveyên Wilders li ser Twitter'ê bi tundî bertek nîşan da.

"Ev faşîstê ku êrîşî serokê me kir, heke ew di dema Şerê Cîhanê ya Diduyan de jîyabûya ewê Nazîyek bi lanet bûya. Ger ew niha li Rojhilata Navîn bijîya, ewê kujerekî DAIŞ'ê ba, ”Çelîk got.

Wilders jiber gotinên ku Îslamê bi Nazîzmê re şibîndibû û herwiha banga qedexekirina Quranê kiribû, di 2011'an de bi sûcdarîya nefretê berat kiribû.

Di Îlona 2020'an de, tevî ku dadgeheke heremî ew bi sedema bi qestî li Fasîyan heqaret kiriye caza kir jî, hêla dadgeha pêdaçûnê ve hatibû paqij kirin.

Erdogan sala par jî derbarê Wilders de gilî vekiribû, jiber ku wî wêneyeke kartonî ya Erdogan weşandibû û li ser nivîsîbû ku ‘terorîst’ û hevdem wêneyeke keştîyeke binavbûyî ya bi ala Tirk weşandibû, .

Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte biryara dozgerîya Tirkîyê ya hemberî Wilders rexne kir û got sîyasetvan Wilders mafê xweyê azadî ya axaftinê bi kar dianî.

XS
SM
MD
LG