Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Çarşemê dîyar kir ku ew biryarên Yekîtîya Ewrupa (YE) yên bo berdana karsazê xêrxaz Osman Kavala û sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş nas nake.
Erdogan got ku ewê pabendî biryarên dadgeha Tirkîyê yên derbarê wan de bin.
Wî di firoka ku ji Dohayê vedigerîya de, bi rojnamevanan re axifî û got ku biryarên YE yên ser Kavala û Demîrtaş bo Tirkîyê "betal in".
"Em biryarên Yekîtîya Ewrupayê yên derbarê Kavala, Demîrtaş de nas nakin," Erdogan ser pirsa biryara Konseya Ewupa wiha got.
Hefteya borî Konseya Ewrupa ji Tirkîyê re gotibû ku ew jiber bernedana Kavala "pêvajoyên binpêkirinê" amade dike.
Hevdem, Konseyê bo serbestkirina sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş bang li Tirkîyê kiribû.
Konseyê ser bingeha biryara 2019'an ya Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê (ECHR), hişyarî dabû.
Tirkîyê bertek Konseyê re nîşan da û sazîya YE bi destwerdana karên dadgehên wê yên serbixwe tawanbar kir.
Karsaz Osman Kavala yê 64 salî ev zedeyî çar salan in ku bêyî biryara cezakirinê, girtîye.
Herî dawî, dadgeha Stenbolê di 26'ê Mijdarê de biryar da ku Kavala di girtîgehê de bimîne.
Hêjayî bîrxistinê ye ku darizandina Kavala wê di 17'ê Berfenbarê de bidome.