Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî 3 Leşkerên Xwe Jiber 'Xiyaneta Mezin' Darve Dike


Ala Erebistana Saudî
Ala Erebistana Saudî

Wezareta berevanîya Erebistana Saudî îro Şemîyê dîyar ku qralîyetê sê leşkerên ku jiber 'îxaneta mezin' û 'hevkarîya bi dijmin re' hatine ceza kirin, darve kiriye.

Wezaretê ragihand ku sê kes ji hêla dadgehek pispor ve piştî darizandinek dadperwer hatine ceza kirin.

Her wiha, wezaretê di daxûyanîya xwe de 'dijmin' bi nav nekir.

Lê, darvekirin li eyaleta başûr ku ser sînorê Yemenê ye hatine kirin ku Erebîstana Saudî ev zêdeyî şeş salane dijî tevgera Hûsîyn ku girêdayî Îranê li vir şer dike.

Erebistana Saudî ji kuştina rojnamevan Cemal Xaşixçî sala bor î li konsolxaneya wê ya li Stenbolê û desteserkirina aktîvîstên mafên jinan, di derbarê rewşa mafên mirovan de, di bin çavdêrîya cihanînî de ye.

Komên mafan, di nav de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI), bang li Rîyadê dikin da ku jiber êşkence û darizandinên neheq karanîna cezayê darvekirinê rawestîne.

Erebîstana Saudî tevahîya tawanbarî yan red dike.

Li gor Komîsyona Mafên Mirovan, saziyekî hikûmetê, wê di 2020'an de 27 kes darve kiriye, ya hejmara herî kêm di van salên dawî de ye, hevdem ji rekora 185 ya sala berê jî.

XS
SM
MD
LG