Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya di Navbera Erebistana Saudî û Îranê de Gur Dibe


Kompanîya Aramco

Li Kendavê piştî êrîşa dijî Aramco ya kompanîya petrolê, girjîya di navbera Rîyad û Tehranê de gur dibe.

Berdevikê Wezareta Berevanî ya Erebistana Saudî Turkî El Malîkî bi preskonferansekê da zanîn ku êrîş bi piştgirîya Îranê li dar ketiye.

Yek ji şêwirmendê Serokomarê Îranê Hesamdîn Ashena ser wê preskonferasê got ku ‘’Erebistana Saudî tiştekî nizane’’

Turkî El Malikî dîyar ki kur di êrîşên 14’ê Îlonê de 25 firokên bêmirov û muşek hatine karanîn û dîyar kir ku ew çek ji aliyê Îranê ve jî tên xebitandin.

Berî daxuyanîya Erebistana Saudî, Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî da zanîn ku ew li herêmê pevçûnan naxwazin û dîyar kir ku hin alî bi tawanbarkirina Îranê dixwazin zexta li ser wê zêde bikin.

XS
SM
MD
LG