Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîş li Ser Humsê Berdewam e


Çalakvan dibêjin leşkerên Sûrîyê êrîşên bi hêz birine ser taxên di dest serhildayan de li bajarê Humsê û di encamê de 11 kes hatine kuştin.

Opozisyonê ragihand ku di şer û êrîşên çend bajaran de bi kêmanî 50 kes roja Şemîyê hatin kuştin.

Çalakvan dibêjin taxên dorgirtî yên bajêr bo hefteyekê ketine bin êrîşbirinên bihêz. Çavdêrîya Sûrî bang li NY kir derbasî nav meseleyê bibe û bêtir ji 1000 malên li Husmê vala bikin, ku di nav de jin û zarok hene. ew dibêje jiyana wan di metirsîyê de ye.

Êrîşa herî dawî tê kirin, rojekê piştî çavdêrên NY karên xwe li Sûrîyê rawestandin jiber zêdebûna tundûtûjîyê.

Çalakvan dibêjin heta nuha bêtir ji 14 hezar kes li Sûrîyê hatine kuştin ji dema ku krîzayê Avdara sala borî destpê kir.

XS
SM
MD
LG