Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nerazîbûna Gel ya Dijî Êrîşa Hekarî û Operasyona Ser Bakurê Îraqê


Çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li herêma Çîyayê Qendîl xwane dibin. (Wêneya Arşîvê - Tebax 13, 2011)

Roja Çarşemê li navçeya Çukurca (Çelê) ya Hekarîyê, serhildayên PKK li ser leşkeran êrîş pêk anîn û di encamê da 24 leşker hatin kuştin, 18 leşker jî birindar bûn.

Piştî van êrîşan li herêmê operasyonên berfireh hatin destpê kirin û Serfermandarîya Tirkîyê roja Pêncşemê ragihand berê operasyonê dane ser sînora bakurê İraqê û hate daxuya kirin ku 10 hezar leşker ketine nav axa Îraqê.

Êrîşên PKK li gelek bajarên Tirkîyê bi xwepêşandanan tên protesto kirin, lê tevî van êrîşan operasyonên ser Îraqê li bajarê Kurdan jî bi dilxweşî nayê pêşwazî kirin. Me jî hem di derbarê êrîşa PKK de, hem jî operasyona artêşa Tirkîyê ku li hemberê PKK li ser axa Îraqê didome ji sîyasetvan û şênîyên bajarê Dîyarbekirê pirsî.

Parlamenterê Aşitî û Demokrasîyê (BDP) yê Dîyarbekirê Altan Tan di derbarê êrîşa Hekkarîyê got “em hem ji PKK’ê re hem jî ji dewletê re dibêjin ku ev mesele bi çekan na, bi muzakareyan çareser dibe. Divê ev mesele li, gorî hiquqa cîhanî were çareser kirin, ne li gorî dilê alîyekî tenê. Welatên cîhanê prisgirêkên navxweyî çawa çareser kirine, divê em jî wusa bikin, li gorî qayedeyên hiquqê.

Parlamenterê Dîyarbekirê destnîşan kir ku di nav 30 salan de herî kêm 30 car li ser sînorê Îraqê operasyon hatine kirin, lê tu caran encameka erênî bidest neketîye.

Parlamentera Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Dîyarbekirê Mîne Lok Beyaz jî got “jibo ku welatê me Tirkîye bigîje selametîyê, em dua dikin û jibo vê wekî parlamenetereke Dîyarbekirê tiştê ku ji destê me bê, emê texsîr nekin, bicîh bînin.

Parlamenterê Aşitî û Demokrasîyê ê Dîyarbekirê Şerafettîn Elçî jî di derbarê mijarê da got “Ev rê berî neha çend caran hatîye ceribandin, heta neha tu netîce bidest nexistine. Dema ku mirov bizanibe rê kurerê ye, lazim e mirov li ser nesekine, jibo vê jî ev êrîş tu xêr û netice dê dernexe.”

Gulten Kose Tirk e û ji bajarê Meletî ye. Di kampanyeke taybet de li Dîyarbekirê kar dike. Gulten jî di derbarê mijarêda dibêje sê sal in li vir im, hêdî hêdî ji meseleyê fêm dikim. Gelê vê derê tê tepisandin, her roj ji vir teyareyên şer radibin. Ez jî weke gelê vê derê jiber vê rewşê dikevim metirisîyê. Jiber ku ev rewşa şer e. Ez dibêjim ku operasyona ser Îraqê, gaveke pir xirab e, encama vê operasyonê dê jibo her dû alîyan jî dê pir xerab be.

Mehmet Soylu jî nivîskarîyê dike û di derbarê êrîşan de dibêje, di raya giştîyên navnetewî de pirsgirêka Kurd hatîye asta çareser kirinê û lazim e ku Kurd jî mil bidin vê çareserîyê…”

Hem êrîşên Hekkarîyê, hem jî operasyonên ser bakurê Îraqê nîşaneya geşbûna şer û pevçûnan e. Tê dîtin ku û ev yek li ser herkesî bandoreke neyênî çêdike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG