Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Êrîşên Xwe Firehtir Dikin


Bizavkarên mafên mirovan dibêjin, di nûtirîn bûyera şikandina agirbestê de hêzên hikûmeta Sûrî roja Sêşemê êrîşên xwe li dijî deverên bin kontrola opozîsyonê tundtir kirin, li vê demê ku çavdêrên N.Y. gehiştîne wî welatî.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê ragihand, 2 kesên sîvîl hatin kuştin, dema tankên artêşa Sûrî bajarê Bursa El Harîr topbaran kir, ku li bin kontrola Artêşa Azad ya Sûrîyê ye, li parêzgeha Deraa.

Wê rêxistinê herwiha ragihand ku hêzên ser bi Serokê Sûrî Beşar El Esed berdewam bûn di bombebarankirina taxa Xalidîye li bajarê Humsê.

Bilî aramîya kindemî ya roja yekê ya agirbestê, bajarê Humsê di bin êrîşa berdewam da ye.

Bi alîyekî dî ve, Nûnerê Aştîyê yê N.Y. û Komkara Erebî Kofî Annan, roja Sêşemê serdana Doha, paytaxta Qeterê dike, da ku endamên Komkara Erebî li ser rewşa li Sûrîyê agahdar bike.

XS
SM
MD
LG