Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Çekdarî û Bombeyî li Tirkîyê


Êrîşên Çekdarî û Bombeyî li Tirkîyê

Li Tirkîyê di van rojên dawî de, çend êrîşên çekdarî û bombeyî pêk hatin. Enqere, Sêrt, Bedlîs û herî dawî îro li Dîyarbekirê, li taxa Alî Paşayê li ser polêsên ku li navçeya Surê devrîye digerîyan êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşêda polîsek mir, polêsek û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Hêjayê bibîrxistinêye ku 21’ê meha îlonê li bajarê Sêrtê jî, li ber dibistana Polêsan, otomobîleka ku tê de 6 jin hebûn, rastê êrîşeka çekdarî hate. Di encama êrîşêda yek jê xwarzê Cîgirê Şaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn, Kevser Çekin (25) û Nergiz Evin (25), Zeynep Evin (31) û Nurcan Olgaç (25) hatin kuştin, 2 jin jî birîndar bûn. Li gorî agahîyên dawî êrîş ji alîyê mîlîtanên PKK ve, bi wehma oromobila polêsan ve hatîye kirin.

Ji alîyê dinêva li gorî Ajansa Nuçeyan a FDiratê (ANF)Teyrên Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK) êrişa bombeyî ya li Kizilaya Enqereyê ku têde 3 kes hatibûn kuştin û zêdetirê 30 kesî birîndar bibûn, girte ser xwe.

XS
SM
MD
LG