Lînkên eksesibilîtî

Rûsya: Me Ti Êrîş Nebirîye Ser HSD'ê


Leşkerên Rûsya li Dêrezorê

Rûsya ragihand ku ti êrîş nebirîye ser Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka.

HSD’ê bi daxuyanîyekê dîyar kiribû ku firokên Rûsya, li Dêrezor ya li rojhilata Sûrîyê êrîşên esmanî birine ser hêzên wan û şervanek kuştîye û du yên din jî birîndar kirine.

HSD’ê dabû zanîn ku êrîş li navenda xazê ya Conoco, ku roja Şemîyê ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatibû sitandin, pêk hatiye.

Berdevkê Wezîrê Berevanî yê Rûsya Igor Konaşenkov dîyar kir ku hêzên wan li herêmê êrîşan dibin ser çekdarên DAIŞ’ê û li gor istixbarata gêhiştiya wan jî HSD’ê bi wê rêxistinê re şer nake.

HSD’ê berê jî dîyar kiribû ku di êrîşeke esmanî ya Rûsya ya di 16’ê Îlonê de 6 şervanên wê birîndar bûne, lê Moskowê ew îdiayên êrîşê red kiribûn.

XS
SM
MD
LG