Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşeke Çekdarî de 23 Krîstîyan li Misirê Hatine Kuştin


Reuters îro Înê ji zarê karbidestên Misirî radigihîne ku di êrîşeke çekdarî ya li herêma Mînya ya li başûrê Qahîre 23 Krîstîyanên Qiptî hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn.

Walîyê Mînya Essam el-Bedaîwî dîyar kir ku koma rastî êrîşê hatîye bi du otobus û qamyonekê diçûne keşîşxaneya Mînya ku piranîya pêkhateyên Krîstîyan li wir dijîn.

Xirîstîyanên Qiptî, ku li Misirê 10 ji sedê nifûsa Misirê ya 92,000,000 e ne, çend meh in rastî êrîşên giran tên.

Di Berfanbara 2016’an de, di êrîşên bombeyî yên li dêrên Îskenderîye û Tanta yên Qahîrê de bi qasî 70 kes hatibûn kuştin.

DAIŞ’ê berpirsîya wan êrîşan girtibû ser xwe, lê bo êrîşa vê Înê hîn ti rêxistin bepirsî ranegihandiye.

XS
SM
MD
LG