Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî de Dehan Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dibêje, di êrîşên esmanî yên ser du bajarokan de, herî kêm 44 sîvîl li bakurê rojavayê Sûrîyê hatin kuştin.

SOHR got ku di êrîşa ser bajarokê Maarat al-Numan de dora 40 kes hatin kuştin û li bajarokê Kafranbel ya cîran li Îdlibê jî, bi kêmî ve 4 kes hatin kuştin.

Her du bajarok wek piştevanên xurt yên opozîsyona Sûrî tên nasîn.

Êrîşên esmanî yên îro piştî êrîşên dohî yên serhildayan li ser Lazqîya ya piştevana rejîma Beşar Esad tên.

Hêzên ser bi rejîma Esad û serhilda hevdu bi şikandina agirbestê li dora Helebê û cîhên din yên welêt sûcdar dikin.

XS
SM
MD
LG