Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nexweşxaneyeke New Yorkê Êrîşeke Çekdarî Pêk Hat


Li Nexweşxaneya Lebanon ya Bronx ya New York piştî nîvro êrîşeke çekdarî pêk hat.

Li gor agahîyên pêş yên ku hîn nehatine piştrast kirin, di êrîşê de, êrîşvan jî di nav de du kes hatine kuştin û pênc jî birîndar bûne.

Derbarê êrîşê hîn ti daxuyanîya fermî nehatîye dayîn.

Associated Press ragihand ku êrîşvan, doktorekî kevn yê nexweşxaneyê ye û piştî êrîşê xwe kuştîye.

CNN da zanîn ku jineke birîndar jîyana xwe ji dest daye û rewşa sê birîndarên din jî krîtîk e. New York Times dîyar kir ku ji brîndaran sisê, doktor in.

Qesra Sipî ragihand ku ser êrîşê wan agahî daye Serok Donald Trump. Li ber e ku di demjimêrên pêş de derbarê êrîşê de daxuyanî were dayîn.

Di serê Hezîranê de jî li Orlando ya Florîda, karmendekî kevn li dijî cîhê ku lê dixebitî êrîşeke çekdarî li dar xistibû. Di êrîşê de 5 kes hatibûn kuştin û piştre êrîşvan xwe kuştibû.

XS
SM
MD
LG