Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî ya Hember Mizgefteke Şîayan de 8 Kes li Bexda Hatine Kuştin


Wêneye arşîvê ji peqîneke Bexdayê
Wêneye arşîvê ji peqîneke Bexdayê

Karbidestên Îraqî dibêjin ku di êrîşeke xwekujî ya hember mizgefteke Şîayan de herî kêm 8 kes li Bexda hatine kuştin.

Di êrîşa dema nimêja Înê de, herwiha 31 kesên din jî birîndar bûn.

Demûdest ti kes êrîş ranekir ser xwe, lê DAIŞ pir caran êrîşên wî rengî pêk tîne û Şîayan dike armanc.

Çekdarên DAIŞê di sala 2014an de deverên li bakur û rojavayê Bexda xistibûn bin kontrola xwe, lê hêzên Îraqî bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Amerîkî gelek ji wan deveran ji koma tundrê standibûn.

DAIŞ hin jî li rojavayê Îraqê herêmên berfireh kontrol dike û pir caran dikare êrîşên kujêr pêk bîne.

XS
SM
MD
LG