Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Esmanî de 6 Zarok li Yemenê Hatin Kuştin


Reuters'ê îro Înê ragihand ku di êrîşeke esmanî de, 6 ji wan zarok 12 kes Sanaa ya paytaxta Yemenê hatine kuştin.

Di êrîşê de, ku li herêma Faj Attan li dar ket, du avahî jî hilweşîyan.

Jêderên herêmî dîyar kir ku ji binê avahîyan hin zarokên ku temenê wan di bin 10'an de ye, hatine derxistin.

Xwecihên cîhê êrîşê ji Reuters'ê da zanîn ku firoka ku êrîş li dar xistîye, ya koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî ye.

Di şerê navxweyî li Yemenê de, ku nêzî du sal in di navbere hikûmet û serhildayên Husî de didome, heta niha bi kêmî ve 100,000 kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG