Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Rejîma Sûrîyê de 5 Kes li Tirkîyê Hatin Kuştin


Turkey Map Roboske
Turkey Map Roboske
Di encama çar guleyên topan de ku ji alîyê Sûrîyê hatin avêtin, 5 kes li navçeya Akçakale ya Ruha’yê hatin kuştin, 13 kesên din jî birindar bûn.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu di derbarê bûyerê de bi telefonê agahî da Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen û Nûnerê Taybet yê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Lexder Brahîmî.

Berdevka Wezareta Derve ya Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê Victoria Nuland jî li ser bûyerê daxuyanîyek da û destnîşan kir ku ew vê êrîşa dijî serxwebûnîya Tirkîyê şermezar dikin.

Cîgirê Serokwezirê Tirkîyê Bulent Arinç jî ser êrîşê got “ev bûyera dawî sebir di serî de nehîşt. Tirkîye welatekî serbixwe ye, li ser sînorê me êrîşek pêk hat û 5 hemwelatîyên me mirin. Di hiqûqa navnetewî de helbet cezayê vê sûcê heye. Jiber ku Tirkîye endama NATO’yê ye, li gorî qanûnan dema ku êrîş li ser welatekî endam pêk were, lazim e NATO bê deng nemîne."

Li gorî hîn ajansan, Tirkîye jî li hember vê yekê, li ser tixub bi topan êrîş birye ser çend deveran Sûrî. Hêjayî gotinê ye ku piştî bûyerê rûniştvanên Akçakale’yê jiber metirsîya êrîşan navçeyê terk dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG