Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşvanekî Çekdar li Marketeke Eyaleta Colorado 10 Kes Kuştine


Mirovekî çekdar li supermarketeke eyaleta Colorado ya Amerîka 10 kes kuştin. Êrîş li marketa bi navê King Soopers ya li bajarê Boulder li dar ket.

Êrîşvanê ku li ser ji şortê wî pê ve tiştek tunebû, bi awayekî birîndar hate girtin. Di êrîşê de, ku bi saeta herêmî di 14:30 de li dar ket, polîsek jî hat kuştin.

Ew êrîş li ser YouTube jî bi awayekî zindî hat weşandin. Polîsan bang li kesên li cîhên bûyerê kirin ku dîmenên ji dora supermarketê li ser medya civakî neweşînin.

Navê êrîşvan hîn nehatiye eşkere kirin. Ew êrîş ji serê salê vir ve êrîşa heftan ya komî ye.

Hêjayî bîrxistinê ye Serok Joe Biden di rojên borî de gotibû ku divê ew qanûnên kirîna çekan dijwartir dikin derxin.

XS
SM
MD
LG