Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşvanên Xwekuj Êrîşî Bingeha Leşkerî ya li Başûrê Afganîstanê Dike


Di vê fotoyê de leşkerên Britanî yên li Helnandê xuya dibin.

Karbidestên Afganî dibêjin, otomobîleke xwekujî li nêzîkî bingeha leşkerî ya Qandahar 7 sîvîl kuştin.

Talîbanê berpirsîya êrîşa Pêncşemê bi stûyê xwe ve girt û got, armanca êrîşa wê NATO bû. Lê, karbidestên NATO'yê dibêjin, di êrîşê de ti endamên wê nehatine kuştin.

Karbidestên xwecîhî dibêjin, êrîşvan otomomîla ku bi bombeya dagirtî li nêzîkî derîyê bingeha leşkerî peqand ku ji alîyê hêzên Afganî û yên bîyanî têne kar anîn. Tê ragihandin, ev bingeh li li kêleka Firîngeha Navnetewî ya Qandaharê ye.

Karbidest her wiha dibêjin, di nav qûrbanîyan de 2 zarok hene. Di êrîşê de, her wiha 8 kes jî birîndar bûn ku jin û zarok jî nav wan de ne.

Di cot êrîşên Çarşemê de jî 16 kes li eyaleta Helmand hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG