Karbidestên Ermenistan û Azerbeycanê îro Pêncşemê ragihand ku wan li ser teksta peymana aştîyê li hev kiriye ku dawî li pevçûnên nêzî 40 salan bîne.
Wezareta Derve ya Ermenistanê îro bi daxuyanîyekê ragihand ku bernivîsa peymana aştîyê ya bi Azerbaycanê re ji alîyê wê ve hatiye temam kirin.
Wezareta Derve ya Azerbaycanê ji ragihand ku ew bi kêfxweşî dîyar dike ku danûstandinên ser teksta bernivîsa lihevkirina aştîyê ya navbera Azerbaycan û Ermenistanê bi dawî hatine.
Du welatên berê yên Sovyetê ji dawîya salên 1980’an vir ve şerî hevdu kirine, dema ku herêma Nagorno-Karabax ya Azerbeycanê, ku wê demê piranîya nifûsa wê Ermenî bû, bi piştgirîya Ermenistanê ji Azerbaycanê veqetîbû.
Destpêka şer di dawîya salên 1980’an de bû sedem ku bi sed hezaran Azerîyên ku piranîya wan misilman in ji Ermenistanê û Ermenîyên ku piranîya wan Mesîhî ne, ji Azerbaycanê werin derxistin.
Hevdîtinên aştîyê di Îlona 2023’yan de destpê kiribû, piştî ku Azerbeycanê Qerebax bi dara zorê vegerandibû. Di wî şerî de hema hema tevahîya 100 hezar Ermenîyên herêmê revîbûn Ermenistanê û niha jî piranîya wan wek penaber li wir dijîn.
Her du alî jibo îmzakirina peymaneke aştîyê heweskarîya xwe dîyar kiribû, lê di wî warî de pêşveçûn hêdî dibû û têkilîyên du alî aloz bûn.
Hêjayî balkişandinê ye ku sînorê Ermenistan û Azerbeycanê 1000 km ye û ji hatin çûyînê re girtî ye û bi giranî devera leşkerî ye.
Jêder: Reuters