Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ermenîstan Dibêje li Herema Şuşa ya Nagorno-Qarabax Şerekî Giran Heye


şerê navbera Azerbaycan û Ermenîstanê

Ermenîstanê îro Duşemê ragihand ku li dora bajarê stratejîk Şuşa ya li herema Nagorno-Qarabax şerekî giran heye.

Azerbaycan do dîyar kiribû ku hêzên wan piştî pevçûnên dijwar, Şuşa bi pêşketineke mezin bi dest xistiye.

Dema ku Serokomar Îlham Alîyev roja Yekşemê ragihandibû ku hêzên welatê wî bajarê Şuşa, ku ser çîyayê Stepanakert ya ber bi bajarê serekî Qarabaxê ye, bi dest xistiye, mirovan kolanên paytexta Azerbaycan, Baku pîrozbahî pêk anîn.

Ermenistanê, hindakirina kontrola bajarê Şuşa red kir, lê ragihand ku şerekî giran li dora wê heremê didome.

“Şêrê li derdora Şuşa didome. Yekîneyên artêşa Qarabaxê erka xwe bi serfirazî pêk tînin, dijmin ji înîsiyatîfê dûr dixin,” berdevka wezareta berevanîya Ermenîstanê Shushan Stepanyan got.

Azerbaycan bi alîkarîya Tirkîyê, ji 27'ê Îlonê vir ve, piranîya erdên li herema Qarabaxê û dora wê paşve girtine.

Azerbayê ev heremana di şerê ser serwerîya heremê ya sala 1990'an de hinda kiribû ku bi texmînî 30.000 kes di encama wî şerî de hatibûn kuştin.

Herema Nagorno-Qarabax ji alîyê civaka navneteweyî we wek beşekê Azerbaycan tê nasîn, lê piranîya nifûsê wê ji Ermenîyên etnîkî pêk tên û ji hêla wan ve tê kontrol kirin.

Ji destpêka şerê navbera Azerbaycan û Ermenîstanê ya di 27'ê Îlonê vir ve, sê agirbest têk çûn û hezdarîya çekdarî û destketinên qada şer yên Azerbaycanê daxwaza wê ya bo lihevhatineke aştîyê ya mayînde kêm kiriye.

Pisporên leşkerî û sîyasî dibêjin ku Şuşa (ku wek Şuşî tê zanîn) bi gir û zinarên xurt ve dorpêç kirî ye û jibo êrîşeke Azerîyan ya ser Stepanakert dikare bibe navendeke serekî.

Şenîya Şuşa berîya şerê 1991-94'an de bi piranî ji Azerîyan pêk dihat û bajar bo her du alîyan jî alîyê çandî ve girîng e.

Rûsya, ya ku di serdema Sovyetê de li Qafkasya Başûr xwedîyê bandoreke mezin bû, bi Ermenistanê re peymana berevanîyê girêdabû.

Rûsya bi Azerbaycanê re jî xwedîyê têkilîyên baş in û xetên wê yên hilberînerê gaz û petrolê heta niha ji şer bandor nebûne.

Pisporên leşkerî dibêjin ku îhtîmala rasterast tevlêbûna leşkerî ya Rûsyayê di vê pevçûnê de tuneye heta ku Ermenîstan bi xwe nabe armanca êrîşekê.

Pispor dîsa dibêjin ku heke pêşketinên Azerbaycanê bidomin, dibe ku Tirkîyê tevlîbûna xwe di şer de zêdetir neke.

Wezareta Berevanî ya Azerbaycanê ragihandinên Ermenîstanê ku dibêje hêzên wan Stepanakert topbaran dikin, red kir.

Baku îdia dike ku hêzên Ermenî çeperên Azerî yên ser tixûbê bi gulebaran dike, lê Yerevan jî wê îdiayê red dike.

Azerbaycan got ku cihên li herêmên wê yên Tovuz û Gadabay di bin agir de ne, û Ermenîstan ragihand ku şer li heremên cûrbecûr yên herêma şer heye.

XS
SM
MD
LG