Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Ermeniyan li Tirkiyê di Jiyê 62 Saliyê de Koça Dawî Dike


Rêberê Krîstiyanên Armenî li Tirkiyê Mesrob Mutafyan yê Duyan roja Înê li bajarê Stenbol koça dawî kir.

Mesrob Mutafyan patrîkê Konstentînoplê yê hemû Ermeniyên li Tirkiyê bû, ew sala 1998ê weke patrîkê Ermeniya katbû hilbijartin da ku ciyê Karekin II bigire, patrîk menzila olî ya di asta herî bilind de ya Ermeniyên li Tirkiyê ye, ew li nexweşxaneke Stenbolê mir.

Mutafyan ev demek bû li Nexweşxaneya Ermeniyan ya bi navê Surp Pirgîç ya Yedîkuleyê de li jêr çavdêriya Nijdaran bû.

Serokê Weqfa Nexweşxaneya Ermeniyan ya Surp Pirgîç û Yekîtiya Weqfên Ermenî Bedros Şîrînoglu daxuyanî da û got ku Mutafyan roja Înê jiyana xwe jidest da.

Şîrîoglu di axiftina xwe de diyar kir ku ewê li ser mirin û oxirkirina patrîk Mesrob daxûyaniyeke berfireh bidin û sersaxîiya civak Ermenan xwest.

Sala Derbazbûyî hikûmeta Tirkiyê destê xwe xistbû nava hilbijartinên Civaka Ermenî li Tirkiyê bo hilbijartina Patrîkê Konstentînopelê û rê li hilbijartinan girt bû bi behaneya ku "mercên pêkanîna hilbijartina patrîk ne temam in". Herçend Mesrob hêjî di jiyanê de bû.

XS
SM
MD
LG