Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Ermenistan û Azerbaycanê Dike ku Agirbestê Ragihînin


Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Stephen Biegun

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Stephen Biegun bi wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenistanê re axifî.

Wezareta Derve ya Amerîka, ser axaftina bi rêka telefonê ya Biegun ya bi Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov û Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan re daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Li gor daxuyanîyê, Biegun dîyar kiriye ku Amerîka jiber pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê yên li herêma Qarabax – Nogorno ketiye fikaran û ji wan xwestiye ku pevçûnan bi dawî bikin û agirbestê ragihînin.

Biegun herwiha ji her du wezîran xwestiye ku bo çareserîyeke mayînde, bi çavdêrîya hevserokên Koma Mînsk danûstandinan bidomînin.

Îranê jî, ku bi Ermenistan û Azerbaycanê re xwedîya sînorên hevpar e, dîyar kiribû ku ew ser nexşerêyeke aştîyê dixebite ku şerê navbera du alîyan çareser bike.

XS
SM
MD
LG