Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan bi Vîrusa Korona Ket


Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan dîyar kir ku ew û endamên din yên malbata wî bi vîrusa korona ketine.

Nikol Pashinyan ji Facebookê da zanîn ku li gor gumana wî ew di civîneke ser kar de bi vîrusa korona ketiye û wî paşê endamên din yên malbata xwe jî bi vîrusa korona xistine.

Pashinyan got ku li ser wî wekî din ti nîşana nexweşîyê tune û bi qasî ji dest wî tê ewê ji ofîsa xwe karên xwe bimeşîne.

Wî herwiha dîyar kir ku li Ermenistanê rewişa vîrusa korona ne baş e û bang li gel kir êdî xwe fêrî jîyana bi vîrus bikin.

XS
SM
MD
LG