Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ermenistan bo Herêma Nagorno - Qarabaxê ji Rûsya Alîkarîyê Dixwaze


Pashinyan û Putin
Pashinyan û Putin

Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihand ku serokwezîrê welêt Nikol Pashinyan bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re ser alîkarîya fermî peyivîye.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Ermenistanê, Pashinyan ji Putin xwestiye ku bo ew ewlekarîya Nagorno – Qarabaxê çêkin, dest bi danûstandinên berfireh bikin.

Ermenistan ji destpêka şerê bi Azerbaycanê re ew cara pêşî ye ku bi awayekî fermî ji Rûsya alîkarîyê dixwaze.

Rûsya ser daxwaza Ermenistanê dîyar kir ku gava pevçûn gêhiştin wî welatî ewê alîkarîyê bidin Erîvanê.

Pevçûnên Ermensitan û Azerbaycanê yên bo herêma Nagorno – Qarabaxê di dawîya Îlonê de destpê kiribûn û hewilên ragihandina agirbesteke giştî bi ser neketibûn.

Wezîrên derve yên Ermensitan û Azerbaycanê herî dawî do Înê li Cenevrê kom bûn û piştî civîna bi qasî şeş saetan dom kir, wan li hev kir ku di pevçûnan de zararê nedin herêmên sîvîlan.

XS
SM
MD
LG