Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper Dibêje ku Hêzên Amerîkî li Herêmên Petrolê li Sûrîyê Bimînin


Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Mark Esper, di serdana xwe ya Afganistanê de, di derbarê pêşhatinên dawîn ên li bakurê rojhilatê Sûrîyê û herwiha pevajoya vekişîna hêzên Amerîkî de axifî.

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka ragihand ku dibe ew hejmareke leşkerên xwe li heremên petrolê li Sûrîyê ligel Hezên Sûrîyê Demokratîk (HSD) bihêlin û herwiha ragihand ku ew bi rêya derfetên îstîxbaretê çavdêrîya agirbesta li li bakurê rojhilatê Sûrîyê dikin.

Esper ragihand ku ew difikrin ku leşkerên Amerîkî yên li nêzikî bîrên petrolê li bakurê rojhilata Sûrîyê, venekişînin û dîyar kir ku biryara rêvebirîya Amerîkayê derbarê wan leşkeran de hîn zelal nebûye.

Wezîr Esper dîyar kir ku ewê leşkerên Amerîkî li wan heremên petrolê ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kar bikin da ku nehêlin DAIŞ anko hêzekî din xwe nêzikî wan deveran bikin û got, “Dibe ku beşek ji wan leşkerên Amerîkî venekişin.”

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka dazanîn ku hîn biryarek bo mayîna hezên Amerîkî nehatîye dayîn lê got, “Karê Pentagonê ye, li îhtîmalên cuda jî dinêrin.”

Piştî biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji bakurê rojhilata Sûrîyê, leşkerên Amerîkayê îro di demjimerê sibehê de derbasî Herêma Kurdistanê bûbûn.

Wezîrê Berevanîyê Amerîkayê duh ragihandibû ku ew leşkerên Amerîkî ku ewê ji Sûrîyê bên vekişandin, ewê li heremên rojavayê Îraqê werin bicihkirin û dazanîbû ku ewê bo şerê dijî DAIŞê li Îraqê bimînin.

Herwiha karbidestek payebilind ya rêvebirîya Trump do ji rojnameya New York Timesê re gotûbû ku Donald Trump erênî nêzikî plansazîya Pentagonê ye.

XS
SM
MD
LG