Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Dibêje Ewê Tevahîya Axa Sûrîyê Careke Din Bixe Bin Kontrola Xwe


Serokê Sûrîyê Beşar Esad di hevpeyvîneke taybet de ji ajansa AFP re dibêje ku tevî ku demeke dirêj bigire jî, ewê kontrola hemî welêt careke din bixe bin kontrola xwe.

“Armanca me ya dawîn jinûve kontrolkirina tevahîya axa Sûrîyê ye ku aniha beşeke mezin di destê DAIŞê û hêzên serhilda deye. Dibe ku em serketî bin yan nebin, lê emê bê şik jibo wê armancê tekoşîna xwe bidin.”

Esad di hevpeyvînê de dide zanîn ku ew piştgirîya danûstandinên aştîyê dike, lê maneya wê ne ew e ku “şerê wan yê dijî terorîzmê bisekine”.

Wî got ku operasyona mezin ya li bakurê Helebê ya bi piştgirîya Rûsya armanc dike ku xeta alîkarîya Tirkîyê ji serhildayan re bigire.

“Eger ku rêkên alîkarî û lojîstik yên ji Tirkîye, Urdun û Îraqê bêne girtin, ew kêşeya heyî dikare ji salekê kêmtir bê çareser kirin. Eger ne, hîn berdelên giran mane ku bo çareserîyeke bêne dayîn.”

Esad da zanîn ku ew metirsîyek dibîne ku reng e Tirkîye û Erebistana Saudî ku pişevanên serekî yên serhildayan in, mudaxeleya leşkerî li nav Sûrîyê bikin.

Serokê Sûrî îdiayên Neteweyên Yekbûyî red kir ku rejîma wî tawanên cengî kirine û got ku gotinîn wiha sîyasî ne û bê bingeh in.

XS
SM
MD
LG