Medyaya dewleta Sûrî ragihand ku Serokê Sûrî Beşar Esad îro Pêncşemê serokwezîr Îmad Xamîs ji kar dûrxist, piştî ku xwepêşandanên nerazîbûnê li herêmên bin kontrola hikûmetê berfireh dibin.
Esad, wezîrê çavkanîyên avê, Huseyîn Arnus li şûna Xamîs wek serokwezîr destnîşan kir ku bikare kêşeyên aborî çareser bike.
Arnus ki ji Îdlibê ye, ji mêjve di nav postên bilind yên hikûmetê de dixebite, berê jî walîtîya Dêrezorê kiribû ku li ser sînorê Îraqê ye bi petrolê dewlemend e.
Bi ketina nirxê lîraya Sûrî ya hember dolara Amerîkî, şertên jîyana li Sûrîyê hîn dijwartir bûye û gel jî herikîye kolanan ku wê rewşê şermezar bike.