Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Vexwendina Danûstandinên Cenevrê ji Hikûmeta Sûrî re Hatiye


Jêderekî nêzîkî şandeya rejîma Sûrî ji AFP re ragihand ku hikûmeta jibo danûstandinên Cenevrê hatiye vexwandin, ku biryar e di 14ê mehê de destpê bikin.

Jêderê behskirî ji AFP re zelal nekir ku şandeya hikûmeta Sûrî wê kengê bigeheje danûstandinên Cenevrê ku armanc dike dawî li şerê pênc salan ya Sûrî bîne.

Nûnerê tabet yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura gotibû ku danûstandin wê roja Pêncşemê destpê bikin, lê heta niha opozîsyon helwesta xwe dîyar nekiriye ku başdar dibe yan ne.

XS
SM
MD
LG