Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kêşeya Paşeroja Esad di Danûstandinan de Astengeke Mezin E


Tevî ku danûstandinên Cenevrê destpê kirin jî, alîyên masayê derbarê mjijara paşeroja Serokê Sûrî Beşar Esad gelek cûdarbîr in.

Axaftinên ku bi mêvandarîya Neteweyên Yekbûyî tên kirin, rojekê berî pêncemîn salvegera şerê navxweyî yê Sûrî destpê kir.

Ev danûstandin bizava dawî ya qedandina krîza Sûrî ye ku heta niha pirtir ji 270,000 kes lê hatine kuştin, mîlyonan kesên din jî derbider bûn.

Şandeya hikûmeta berî çûyîna Cenevrê ragihandibû ku mijara gêrkirina Esad ji desthilatê xeta sor e û bi tî awayî nayê pejirandin.

Dîplomatên Rojavayî demûdest daxuyanîya hikûmeta Sûrî şermezar kir û wek perçeker û neafirender bi nav kir.

Nûnerê taybet Staffan de Mistura piştî civîna fermî ya yekî ji nûçegîhanan re got, daxuyanîyên tûj di hemîr danûstandinan de çêdibin, lê axaftina wî bi nûnerê Sûrî bi Başar el-Caferî erênî bû.

XS
SM
MD
LG