Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Dibêje ku Îdiayên Êrîşa Kîmyayî Zirderew In


Di êrîşa kîmyayî ya gumankirî de li Xan Şêxûnê nêzî 100 kes hatibûn kuştin
Di êrîşa kîmyayî ya gumankirî de li Xan Şêxûnê nêzî 100 kes hatibûn kuştin

Serokê Sûrîyê Beşar Esad ser îdiayên êrîşa kîmyayî ya li Xan Şêxûn ya Îdlibê got ku sed ji sedê derew e.

Esad ji AFP'ê re ragihand ku Artêşa Sûrîyê hemî çekên kîmyayî radest kirine.

Amerîka û hevalbendên wê dîyar dikin ku Artêşa Sûrîyê li Xan Şêxûnê çekên kîmyayî karanîne.

Esad got ku derbarê êrîşê, ewê tenê jibo vekolîna serbixwe destûrê bide.

Pêr Çarşemê, Rûsya li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bernivîsa ku şermezarkirina Sûrîyê pêşnîyaz dikir red kiribû.

Rûsya dibêje ku gaza ku bûye sedema kuştinan, piştî êrîşên esmanî ya ser embarên serhildayan belav bûye.

Koma Îngiliz ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) da zanîn ku di mînakên ku ji Xan Şêxûnê hatîye girtin de, gaza sarînê hatîye dîtin.

Ji alîyê din ve, Artêşa Sûrîyê ragihand ku di êrîşên esmanî yên koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike de, embareke gazê ya DAIŞ'ê peqîyaye û bi sedan kes hatine kuştin.

Koalîsyonê ew îdîa red kir ku jêderên serbixwe jî agahî piştrast nekirin.

Fermandarê Hêzên Esmanî yên Amerîka dîyar kir ku di demjimêra ku Artêşa Sûrîyê dibêje de, koalîsyanê ti êrîşê esmanî li dar nexistîye.

XS
SM
MD
LG